Sena: Şerê Maribê gihêştiye dawiya xwe
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand ku şerê azadkirina Meribê bi dawî bûye û eşkere kir ku gotinên çete û kirêgirtiyan tenê gotegot û qirînên pûç û nehewce ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Husên El-Ezî" alîkarê wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê li ser rûpela xwe ya twîtterê li bara dawîn pêşhatên azadkirina bajarê Meribê nivîsî: Mesela Marib gihêştiye dawiya xwe û tiştên ku çete û kirêgirt dibêjin gotegot û qirînên pûç û bê feyde ne.
El-Ezî her wiha got, azadkirina Merîbê ne ji bo şer û lêdana aliyê din e, lê ji bo pêwîstiyên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û encamdarbûna îradeya aştiyê ye divê ev rastî werin fêmkirin.
Ezî bal kişand ser wê yekê ku eger armanca we rûxandina hikûmeta Yemenê be, divê hûn bizanibin ku ev şer ne li berjewendiya we ye, ji ber ku artêşa Yemenê faktora hevsengiyê û pêwîstiya ewlehiyê ye.
Çavkaniyên meydanî di rojên derbasbûyî de ragihandin ku hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê zincîre çiyayên El-Belq El-Şerqî ku li ser xeta pêwendiya bajarê Meribê ye rizgar kirine. Ev bilindahiyên dawîn cihên bilind in ji bo parastina bajarê Marîbê ji aliyê başûr-rojhilat ve.