Koalîsyona Siûdî êrîşî paytexta Yemenê kir
Medyayên Erebî ragihand ku hêzên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî êrişên berfire kirin ser paytexta Yemenê Senayê.
Li gorî malpera ragihandinê ya Hikûmata Rizgariya Netewî ya Yemenê, hêzên hevpeymaniya siûdî danê sibê li dijî herêmên Hemdan, Senhan û El-Thewra li Senayê ya paytexta Yemenê operasyonek li dar xist.
Turkî El Malikî, berdevkê hevpeymaniya tawankar a Siûdî, bal kişand ser êrîşên asmanî li dijî deverên curbicur li Senayê û îdia kir ku depo û kargehên mûşekên balîstîk û firokeyên bê firokevan ên Yemenê wêran kirine,
Di daxuyaniya Hevpeymaniya Desdirêjkar a Siûdî de her wiha hat gotin: "Li hemberî gefên fuzeyên balîstîk û balafirên bê mirov ên Yemenê, me dest bi operasyonên leşkerî yên berfireh kir."
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê di mehên derbasbûyî de dest bi dewreyeke nû ya operasiyonan bo azadkirina parêzgeh û bajarê Marîbê weke navenda hikûmeta îstifakirî kirine. Parêzgeha Meribê ji ber çavkaniyên neft û gazê yên dewlemend xwedî nirxeke aborî ya bilind e.
Piştî gelek raportên derbarê pêşketinên berçav yên hêzên Sanayê li parêzgehên Maribê (rojhilatê Sana) û El-Hudaide (rojavayê Yemenê), çavkaniyên nûçeyan duh Çarşemê ragihandin ku zincîre çiyayên El-Balq El-Şerqî ku li ser xeta pêwendiya bi bajarê Maribê re ye, hate rizgarkirin,
Herwiha duh êvarê berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê Yehya Sarî ji xistina firokeya bêpîlot a sîxuriyê ya Erebistanê li parêzgeha Meribê xeber da.