Kanûn 08, 2021 15:47 Asia/Tehran
  • Senaya Amerîkayê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re erê kir

Senaya Amerîkayê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re bi nirxê 650 milyon dolar, erê kir.

Duh Senaya Amerîkayê pêşnûmaya ku firotina moşekên pêşketî yên hewa bo hewa yên navîn û topavêjên moşek û çekên din ji Erebistana Siûdî re qedexe dike, red kir.

Pêşnûma bi piraniya dengan hate redkirin. Endamên Senayê Rand Paul û Mike Lee, her wiha Bernie Sanders pêşnûma pêşkêş kir da ku peymana çekan bi miqdarê 650 milyon dolar ji Erebistana Siûdî re, asteng bike.

Gelek endamên Senatoya Amerîkayê got Erebistana Siûdî hevalbendeke girîng li Rojhilata Navîn e û hin endamên Kongreyê jî Siûdî rexne kir ku ji ber beşdarî şerê li Yemenê bûye.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka piştgirekî rejîma Siûdî di cengê li dijî Yemenê de ye, her çend ku car caran di vî warî de durûtiyê dike, lê ev durûtiya wê niha ji her kesî re eşkera ye.   

Serepeyv