Kanûn 07, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya hêzên yemenî ser Riyazê

Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa mûşekî ya hêzên yemenî li ser Riyaza Erebistanê kir.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê El-Meyadînê, Hevpeymaniya Siûdî îdia kiriye ku mûşekeke balistîk li asimanê Riyazê şopandiye û ji nav biriye.

Hîn rayedarên yemenî bertekek nîşanî îdiaya hevpeymaniya siûdî nedane.

Ev êrîşa mûşekî di halekî da pêk tê ku hevpeymaniya siûdî duh ragihandibû 47 caran parêzgeha Marebê bombebaran kiriye.

Pêştir Ebdulmelik Hecerî endamê taxima neteweyî ya gotûbêjker a dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê wek berteka li hemberî êrîşên asimanî yên giran ên hevpeymaniya siûdî li ser vî welatî gotibû: Welatên destdirêjker dê berdêla van êrîşan bidin.

 

Serepeyv