Kanûn 05, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • El-Hûsî: Înîsiyatîfa Erebistana Siûdî ji bo aştiyê li Yemenê ne realîst e

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê destpêşxeriya (Înîsiyatîfa) Erebistana Siûdî ji bo aştiyê li Yemenê planeke destpêkî bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, "Mihemed Elî El-Hûsî" endamê meclisa bilind a siyasî ya Yemenê roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: Însiyatîfa dewleta rizgariya niştimanî ya gelê Yemenê ne encama gotûbêjên destpêkî û lêkolînî yên digel Erebistanê bû ku di navbera kêmasî û şikestinên wê ji aliyekê û daxwazên wê yên ne bi rastbînî ji aliyê din ve bûye.

Li gorî Mihemed Elî El-Hûsî, tiştê ku li Maribê qewimî, encama hesiyana bi girîngiya rawestandina destdirêjiyê, rakirina dorpêçan û berçavgirtina berjewendiyên xelkê ye û pêhesiyana bi vê yekê ku şerê Yemenê ji bo Erebistanê wêranker û xopan e.

Ji aliyeke din ve çavkaniyên yemenî ji bêencamkirina êrîşên berfireh yên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li başûrê Heysê li parêzgeha El Hudeydê xeber dan.

Ev êrîş, binpêkirina hovane ya peymana Swêdê, bi armanca telafîkirina şikestinên vê dawiyê yên çeteyên girêdayî Riyaz û Ebû Zabî li El-Hudeyde û parêzgeha Maribê ne.

Serepeyv