Kanûn 04, 2021 13:55 Asia/Tehran
  • Di hevdîtina Macron û mîrê Qeterê de mijarên herêmî lêkolîn kirin

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Duhayê de, Serokomarê Fransayê bi Mîrê Qeterê re civiya.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, mîrê Qeterê li daxûyaniyekê got: Emmanuel Macron serokomarê Fransayê şeva îniyê bi Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî re hevdîtinek pêkanî û li ser peywendiyên dostane, hevkariyên her du welatan û şêwazên xurtkirin û pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin.

Hevkariya aborî, veberhênan, berevanî, ewlehî, perwerde û geşepêdanê ji bo bidestxistina berjewendiyên hevpar ên Fransa û Qeterê ji mijarên hevdîtinê bûn.

Emîrê Qeterê piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: "Peywendiyên Qeter û Fransayê di warên curbecur de, ji wan aborî, berevanî, ewlehî û pevguhertina ezmûnên çandî û werzişî, geş dibin."

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Îniyê li Dubayê bi Welîehd Mihemed Bin Zayed re hevdîtin kir û dest bi seredana du rojî ya welatên başûrê Kendava Farsê kir.

Di hevdîtinê de Serokomarê Fransa û Welîehdê Îmarat girêbestek bi nirxê 14 milyar Euroyî ji bo firotina heştê firokeyên şer ên Rafael ên Fransayê bo Îmaratê îmze kirin.

Macron di serdana xwe ya Cîddeyê de bi Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed Bin Selman re jî peymanên bi vî rengî îmze kir. Erebistana Siûdî û Îmarat ji bo kuştina gelê mezlûm yê Yemenê çekên rojavayî, bi taybet yên Fransî, bi kar tînin.

Serepeyv