Kanûn 04, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Di serdana Macron ya Îmaratê de ev welat 80 balafirên şer û 12 helîkopteran ji Fransayê dikire

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Îniyê li Dubayê bi Welîehdê Îmaratê Mihemed Bin Zayed re hevdîtin kir û bi vî awayî dest bi seredana xwe ya du rojî bo welatên başûrê Kendava Farsê kir.

Koşka Elyse ragihand ku di çarçêva vê hevdîtinê de Îmarat û Fransayê ji bo kirîna 80 balafirên şer ên 'Rafale' û 12 helîkopterên 'Caracal' peymanek îmze kiriye. 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh Înê gihîşt Îmaratê, her wiha dê piştre berê xwe bide Qeter û Erebistana Siûdî. Armanc ji serdanê ew e ku hevkariyê, bi taybet di aliyê aborî de, xurt bike.

Li gorî AFP`ê, Koşka Elyse ragihand ku Îmarat û Fransayê ji bo kirîna 80 balafirên şer ên Rafale û 12 helîkopterên Caracal peymanek îmze kiriye.

Wezîra artêşê ya Fransayê Florence Parly peyman wek “peymaneke dîrokî” bi nav kir.

Biryar e li Ceddaya Siûdî jî, Macron bi Welîehdê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman re peymanên bi vî rengî îmze bike da ku bi vî awayî bêrometbûna Erebistana Siûdî û Îmaretê di êrîşa heft-salî ya ser Yemenê de bicebrîne.

Erebistana Siûdî û Îmarat ji bo kuştina gelê mezlûm yê Yemenê çekên rojavayî, ji wan yên Fransî, bi kar tînin.

Rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan gelek caran bang li Fransa û welatên din ên piştgirî didin koalîsyona êrîşkar ya Siûdî kirin ku hinartina çekan ji bo Erebîstana Siûdî û Îmaratê rawestînin.

Serepeyv