Kanûn 02, 2021 17:11 Asia/Tehran
  •  Omicron gihîşt Erebistana Siûdî û Imaratê

Siûdiye û Îmarata Erebî yekem haletên pêketina bi vîrûsa Omicron tomar kirin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Her yek ji Siûdiye û Îmarata Erebî yekem haletên pêketina bi vîrûsa Omicron tomar kirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê ragihand, welatiyekî Siûdiyê ku ji bakurê Efrîkyayê vegeriya bû, vîrûsa Omicron hilgirtibû.

Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê amaje bi wê jî da, ew kesê bi Omicronê ketiye û kesên ku pêwendî pê re kirine, her kesek bi awayekî cuda hatin kerentînekirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê welatiyên xwe agahdar kirin ku xwe vaksîn bikin û daxwaz ji geştiyaran kir jî, dema vegerin xwe kerentîne bikin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmarata Erebî ragihand, yekem haleta pêketina bi Omicronê li wî welatî hat tomarkirin.

Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmarata Erebî her wiha diyar kir, ew pêketiya Omicronê jinek e, ji Afrîkyayê vegeriyabû û di çend welatên Erebî re jî derbas bûbû.

Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmaratê amaje bi wê jî kiribû, wê jinê her du daneyên vaksînê jî wergirtibûn.

Serepeyv