Kanûn 01, 2021 18:03 Asia/Tehran
  • Balafirên retime Siûdî balafirgeha navneteweyî ya Senayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Erebistana Siûdî Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê ya paytexta Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî rojnama El-Mesîre ya Yemenê roja Çarşemê; Di şev û roja borî de balafirên şer ên Erebistana Siûdî herî kêm 6 caran Balafirgeha Senayê kirin hedef.

Medyayên Yemenê ragihandin ku Erebistana Siûdî ji destpêka vê heftiyê û piştî pêşdeçûna berfireh a hêzên yemenî li bajarê Meribê, êrişên xwe ser paytexta Yemenê tundtir kirine.

Balafirên cengê yên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî roja Duşemê jî deverên curbicur ên Yemenê bombebaran kirin.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kiriye.

Ji ber şerxwaziyên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heya niha zêdetir ji 17 hezar yemenî hatine kuştin, bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Serepeyv