Kanûn 01, 2021 16:21 Asia/Tehran
  • Qerqaş: Di demek nêzîk de şandek ji Îmarat dê biçe Îranê

Şêwirmendê dîplomasî yê Serokê Îmaratê îdia kir ku di çarçoveya başkirina peywendiyên her du welatan de dê di demeke nêzîk de şandeke Îmaratê here Îranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Enwer Qerqaş roja sêşemê got: Em bawer in îranî hewldidin peywendiyên xwe bi welatên Kendava Farsê re baş bikin û em bi nêrîneke erênî berê xwe didin vê yekê.

Rayedarê pilebilind ê Îmaratî her wiha îdia kir ku hin nîgeranî û fukar li ser çalakiyên herêmî yên Îranê hene; Lê, çawa ku  ew dibêje, rûbirûbûn ne rêya herî baş e.

Qerqaş derbarê danûstandin û hevkariyên aborî weke beşek ji tedbîrên çêkirina pêbaweriya bi Îranê re, bal kişand ser wê yekê ku ev yek dê dem bigire.

Qerqaş pêştir jî di Lûtkeya Stratejîk a Ebû Zebiiyê de gotibû ku welatê wî dixebite pêbaweriyê bi Îranê re çêke û aloziyên ligel Tehranê kêm bike.

Wî rayedarê Îmaratî her wiha da zanîn ku ti berjewendiya me bi rûbirûbûna Îranê re nîne ji ber ku dê heta demeke dom û dirêj bandor û encamên wê li navçê bimîne.

Elî Baqirî Kenî alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê vê dawiyê li çarçova serdana xwe ya Îmaratê bi Qerqaş re hevdîtin pêk anî.

Serepeyv