Mijdar 30, 2021 13:30 Asia/Tehran
  • Balyozê Rejîma Siyonîst li Behreynê gihîşt Menamê

Yekem sefîrê Rejîma Siyonîst li Behreynê gihîşt paytexta Menamê.

Li gorî rapora Russia Todayê, Îtan Naiye sefîrê Rejîma Siyonîst roja duşemiyê piştî lihevkirina Rejîma Alê Xelîfe û Telavîvê, ji bo destpêkirina erkê xwe, roja duşemiyê gihêşte Menamê paytexta Behrêynê.

Rejîma Siyonîst 5 Cotmeha borî bijartina Îtan Naiye sefîrê berê yê Telavîvê li Tirkiyê û serperestê balyozxana Rejîma Siyonîst li Îmaratê wek balyozê Telavîvê li Behrêynê pesend kir.

Hevdem serdana Yaîr Lapîd wezîrê karên derve yê Rejîma Îsraîlê bo Menamê ku yekem seredana fermî bû piştî rêkevtina asayîkirina peywendiyên di navbera her du aliyan û vekirina balyozxana Rejîma Siyonîst li Behrêynê, rastî nerazîbûnên berfireh ên xelkê Behrêynê hat.

Sefîrê Behrêynê li Erdên Dagirkirî(Îsraîl) Xalid Celahma, Îlona bihurî gihêşt Telavîvê, ji bo ku wek yekem sefîrê Behrêynê bo Filistîna dagîrkirî dest bi erka xwe bike.

Behreynê di Îlona 2020an de bi navbeynkariya hikûmeta wê demê ya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump, bi rejîma dagirkerê Qudsê re peymana asayîbûnê ya bi navê “Peymana Îbrahîm” îmze kir û bi fermî bi Telavîvê re têkiliyên dîplomatîk danî.

Serepeyv