Mijdar 27, 2021 22:46 Asia/Tehran
  • 30 fermandarên hikûmeta îstifakirî ya Yemenê di şerê Meribê de hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Yemenê ya îstifakirî ragihand ku 30 fermandar û hêzên wê li eniya Meribê hatine kuştin.

Nûçegihaniya Tesnim ragihand; Wezareta berevaniyê ya girêdayî hikûmeta îstifakirî ya “Mensûr Hadî” îro Şemiyê da zanîn: di şer û pevçûnên du hefteyên borî de li eniya Meribê, nêzîkî 30 fermandarên leşkerî yên vê hikûmetê di şer û pevçûnên ligel hêzên artêşê û komîteyên gel ên Hikûmeta Rizgariya Neteweyî de hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, di nav kesên ku hatine kuştin de Husên Selîm El-Arada xizmê Sultan El-Arada waliyê Meribê jî heye.

Pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Rizgariya Niştimanî de, ku Ensarullah a Yaman jî endamê wê ye, ji aliyekî ve û hêzên di bin fermana hikûmeta îstifakirî û hilweşiyayî û koalîsyona Îmaratî-Siûdî de jî ji aliyê din ve, beriya salekê li Maribê dest pê kir. 

Di vê demê de hêzên yemenî karîn piraniya deverên parêzgeha Maribê kontrol bikin û xwe bigihînin nêzîkî bajarê Maribê.

Serepeyv