Bombebarana berfireh a Marebê bi armanca pêşîlêgirtin ji pêşdaçûna hêzên Yemenê
Mijdar 24, 2021 12:30 Asia/Tehran
Balefirên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî bi armanca pêşîlêgirtin ji pêşdaçûna hêzên berxwedanê li Marebê, navçeyên cûr bi cûr ên vê parêzgehê dane ber bombeyan.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîziyona Mesîreyê, Balefirên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di şev û roja borî da bi caran Mareb bombebaran kir.
Armanca sereke ya Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê ya zêdekirina êrîşan li ser Marebê, rêgirtin li dewama pêşdaçûnên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li vê parêzgehê û nêzikbûna li bajarê Marebê ye.