Operasiyona şehadetxwazî ya du filistîniyan li Qudsê û daxuyaniya Hamasê di vê barê de
Çavkaniyên nûçeyan diyar kirin ku di encama operasiyona şehatxwaziyê ya 2 ciwanên filistînî li taxa kevin a Qudsê û li nêzîkê Mescîda Eqsayê de leşkerekî siyonîst hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Vê sibehê li herêma Bab El-Silsîle ya bajarê Qudsê du ciwanên filistînî êrişî ser leşkerên siyonîst kir ku di encamê de leşkerekî siyonîst hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn, herwiha ciwanekî filistînî yê beşdariya vê êrişê şehîd bû û yê din ji herêmê reviya.
Çavkaniyên ji Filistînê jî ragihandin ku vê sibehê welatiyê bi navê Fadî Ebû Şixêdim (42) salî êriş biriye ser hêzên Rejîma Îsraîlê û di şer bi wan re şehîd ketiye. Tevgera Hemasê jî diyar kir ku Ebû Şixêdim yek ji fermandarên wê yên li bajarokê Şefat ê Qudsê ye.
Çavkaniyên Rejîma Siyonîst jî ragihand ku di şerê îro de endamekî polîsên Îsraîlê hatiye kuştin û 3 kesên din birîndar bûne.
Di berteka vê operasiyona şehadetxwazî de berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamasê) Ebdul Letîf El-Qanûe got: Operasyona du ciwanên filistînî li dijî siyonîstan bersiveke xwezayî li hemberî cinayetên siyonîstan li Qudsa dagirbûyî bû.
El-Qanûe destnîşan kir: Berxwedana Filistînê li hemberî siyonîstên dagirker wê bi her awayî berdewam bike heta ku armancên berxwedanê serê xwe bigire û Rejîma dagirker bê jinavbirin.