Balafirên cengê yên Erebistanê êrişî Mareba Yemenê kirin
Mijdar 19, 2021 21:03 Asia/Tehran
Mêdyayên yemenî ragihandin ku balafirên cengê yên hevalbendîya zorbêj a seûdî bi giranî êrişî Mareba wî welatî kirin.
Bi dû destkevtên berbiçav ên hêzên yemenî li parêzgeha Marebê, balafirên cengê yên hevalbendîya zorbêj a seûdî di 24 sietên buhurî da çend caran bi giranî êrişî deverên curbicur ên parêzgeha Marebê kirin.
Ligorî vê raporê, armanca sereke ya hevalbendîya zorbêj a seûdî ji girankirina êrişên ser Marebê, girtina pêşîya dewama pêşketinê artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê û serdestbûna li vî şarî ye.
Hêzên yemenî pêr karîn herêmên Şeqemey û Êrqmeyê li Marebê bixin bin kontrola xwe.
Çavkanîyên haydar ragihandin ku hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê karîn bigihêjin 5 kîlomêtrîya şarê Marebê.