Kiryara nû ya Kuweytê li dijî Libnanê
Mijdar 15, 2021 17:42 Asia/Tehran
Rayedarên kuweytî tevahiya daxwazên civatên xêrxwaziyê ji bo veguhestina alîkariyên aborî bo Beyrûtê ji ber nearambûna Libnanê di du astên siyasî û aborî da rawestandin.
Li gorî nivîsa roja duşemiyê ya rojnameya Cerîdeyê, Wezareta derve ya Kuweytê tenê çend rojan piştî rawestandina veguhestina hewaleyên aborî yên xêrxwaziyan bo Etiyopiyê, Libnan jî danî nav lîsteya welatên ku veguhestina alîkariyên aborî bo wan hatiye rawestandin.
Li gorî çavkaniyên agah, Kuweyt ji vê yekê nîgeran e ku her cûre hilweşiyana aborî li Beyrûtê, ziyanê bigihîne pereyên xelatkirî.