Mijdar 13, 2021 12:20 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên hevpeymaniya siûdî ya dagîrker Mariba Yemenê bi giranî bomberdûman kirin

Balafirên şer ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ji bo rêgirtin li ber pêşdeçûna hêzên berxwedêr ên Yemenê, bajarê Meribê bi giranî bombebaran kirin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya El-Masîre, balafirên şer ên hevpeymaniya êrişkar ya Erebistanê ji şeva borî de 22 caran bajarê Meribê bombebaran kirine.

Li gorî vê raporê, armanca sereke ya balafirên şer ên hevalbendiya siûdî ji tundkirina êrişên ser Meribê, girtina pêşiya berdewamiya pêşdeçûnên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li Meribê ye.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê di rojên derbasbûyî de karîn baregeha leşkerî ya Um Rîş li parêzgeha Meribê li başûrê Yemenê bi dest bixin.

Baregeha leşkerî ya Um Rîş baregeha dawî ya hêzên girêdayî Siûdiyê li başûrê Merîbê bû. Bi vê destkefta girîng, hêzên yemenî niha dikarin ber bi herêma Safirê ve pêşde biçin ku gelek meydanên nift û gaza Yemenê li wê derê ne.

Serepeyv