Mijdar 09, 2021 21:59 Asia/Tehran
  • Li deriyê Wezareta Tenduristiyê ya Rejîma Siyonîst teqînek pêk hat

Çavkaniyên siyonîstî ragihandin ku li dergehê ofîsa Wezareta Tenduristiyê ya Rejîma dagirker li bajarê Nasirê teqînek mezin qewmî.

Li gorî malpera Sama Newsê, îro Sêşemê, teqîneke mezin li deriyê ofîsa Wezareta Tendirustiyê ya rêjîma dagîrker aSiyonîst li bajarê Nasirê li bakurê erdên dagîrkirî rû da, lê hîn derbarê hûrgiliyên vê teqînê nûçeyek belav nebûye.

Polîsê Rejîma Îsraîlî di daxuyaniyekê de ragihand ku derbarê teqîna li Ofîsa Wezareta Tenduristiyê ya bajarê Nasire de peyamek gihiştiye destê wê.

Polîsê Rejîma Îsraîlî ragihand, bi lez hêzên xwe şandin cihê bûyerê û dest bi komkirina delîlan û lêkolînê li ser nezelaliyên bûyerê kirin. Polîsê rejîmê diyar kir ku di teqînê de xisarên maddî çêbûne,lê tu kes birîndar nebûye.

Ofîsa Wezareta Tenduristiyê li nêzî xaçerêya Um Wasif a bajarê Nasirê ye.

Serepeyv