Artêşa Yemenê navendeke leşkerî li Merîbê xist bin kontrola xwe
Mijdar 06, 2021 23:11 Asia/Tehran
Artêşa Yemenê li dewama pêşdeçûnên xwe yên berfireh li parêzgeha Merîbê li başûrî navenda leşkerî ya Um Riş xist bin kontrola xwe.
Li gorî rapora televîzyona El-Masira, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja Şemiyê karîbûn navenda leşkerî ya Um Riş li parêzgeha Merîbê li başûrê Yemenê kontrol bikin; Ev baregeha leşkerî dawîn baregeha hêzên ser bi Siûdiyê li başûrê Merîbê bû.
Bi vê destkefta girîng, hêzên yemenî niha dikarin ber bi herêma "Sefer"ê ku gelek bîrên nift û gaza Yemenê li wê derê ne, pêşde biçin.
Raporên meydanî diyar dikin ku hêzên berxwedêr ên Yemenê ji her demê zêdetir nêzî kontrolkirina bilindahiyên stratîjîk “Mula” bûne. Niha li vê eniyê şer û pevçûnên dijwar diqewimin.