Cotmeh 30, 2021 10:38 Asia/Tehran
  • Hin navçeyên parêzgeha Marebê ji aliyê hêzên yemenî va hatin azadkirin

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê di dewama pêşdaçûna xwe li Marebê, hin navçeyên idn ên vê parêzgehê ji bin dagirkeriya destdirêjkerên siûdî rizgar kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Sputnik'ê, Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrîşa li ser navendên hêzên dewleta Mensûr Hadî, serokomarê isstîfakirî yê vî welatî (ser bi Erebistana Siûdî) li bakurê rojavayê şaristana El-Cewbeyê li başûrê Marebê, karîn kontrola gundê Sewdeyê û navçeya Cerşeyê bi dest bixin.

Li gorî vê raporê, Hêzên yemenî her wiha heta sînorê gundên Xetle û Ye'reyê yên şaristana Cewbeyê pêşda çûn.

Yehya Serî', Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê jî roja Çarşemiyê bi ragihandina bidawîhatina qonaxa duyem a operasiyona Bihara Serketinê, qala azadkirina şaristanên Cewbe û Cebel Muradê li parêzgeha Marebê kiribû.

 

Serepeyv