Cotmeh 28, 2021 18:17 Asia/Tehran
  •  Misirê guhartina demografîk û binpêkirina serdestiya Sûriyê şermezar kirin

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got, welatê wî hewldanên binpêkirina serdestiya Sûriyê yan jî guhartina demografîk a bi darê zorê şermezar dike

Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Qahîreyê di civîneke çapemeniyê de bi serokomarê Romanyayê Klaus Werner Johannes(Yohanês) re wiha got: "Me  krîza Sûriyê nîqaş kir û me piştgiriya xwe ji xebatên nûnerê navneteweyî re ji bo çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an nîşan da."

Li gorî toreya Bewabet El-Ehram, El-Sîsî hewldanên binpêkirina serdestiya xaka Sûriyê yan jî guhartina demografîk a bi darê zorê şermezar kir.

Dewleta Tirkiyê b dagirkirina gelek ji bajar û gundên Sûriyê hewldide demografiya van deveran bi taybet deverên kurdnişîn biguhere û tirkman û erban dayne dewsa kurdan û mal û warên kurdan bide wan.

Serepeyv