Cotmeh 22, 2021 16:05 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst nîgerana lêketina mûşekên Hizbullaha Libnanê li karxaneyên kîmyayî ye

Rejîma Siyonîst nîgerana lêketina mûşekên Hizbullaha Libnanê li karxaneyên kîmyayî ye.

Çavkaniyên ibrî ragihand ku Artêşa Rejîma Siyonîst ji ber nîgeraniya ji ziyana ji ber lêketina mûşekên Hizbullaha Libnanê li karxaneyên xwe yên kîmyayî li Heyfayê, dixwaze şerekî xeyalî ya şibihandî weke şerê ihtimalî di gel vê tevgerê çêbike.

 

Rojnameya ibrî ya Mearîvê roja Înê di raporekê da nivîsî: Artêşa Rejîma Siyonîst liberhevdanînek navbera mûşekên Hizbullahê û pergalên berevaniya mûşekî ya Rejîma Siyonîst pêk aniye û tê gihîştiye ku eger şerek çêbibe, dê hejmareke mûşekan li van armancên girîng kevin.

 

Ji ber vê yekê, hêzên bereya hundirîn a Rejîma Siyonîst dixwazin ku meha tê vê şibihandinê pêk bînin.

 

 

 

Serepeyv