Cotmeh 20, 2021 23:09 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên Hevpeymaniya Dagirker a Siûdî ser Sedeya Yemenê

Balafirên şêr ên Hevpeymaniya Dagirker a Siûdî êrişî ser çend deverên parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Al-Masira ya Dewleta Rizgariyê ya Yemenê; Balafirên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî îro çarşemê sê caran devera Saharê li parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê kirin armanc û welatiyek yemenî birîndar kirin.

Balafirên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî piştî vê êrişê devera El-Zahir a parêzgeha Sadeyê jî kirin hedefa êrişa xwe. 

Balafirên Hevpeymaniya Siûdî herwiha roja Duşemê jî herî kêm 31 caran herêmên li sê parêzgehên Marib, El-Bayda û El-Cewf bombebaran kirin.

Balafirên Hevpeymaniya Siûdî di van rojên dawî de, deverên niştecihbûnê li parêzgehên curbicur ên Yemenê bi caran  bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve malpera El-Erebiyê El-Hedeth a ser bi Hevpeymaniya Siûdî nivîsiye ku Hûsiyan îro herêmeke nêzî bargeha Sehin a bakurê Maribê bi moşeka balîstî kir armanc. Di encamê de 15 kes birîndar bû. Lê vê malperê negotiye ku ew sivîl in an leşkerî.

Ji aliyekî din ve jî, Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê îro îdia kir ku sîstema parastinê ya Siûdî moşeka balîstî ku hêzên berxwedana Yemenê ber bi bajarê Cazan avêtine, bêbandor kiriye.

Beriya 2 rojan aliyê yemenî yê ser bi Riyazê ragihand ku li aliyê başûrê Meirêb şer dîsa dest pê kiriye.

Serepeyv