Serkeftina nû ya hêzên Senayê li Mariba Yemenê
Medya Yemenê ragihand ku hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelanî deverên din ên bajarê Maribê li rojhilata parêzgeha Senayê xistine bin kontrola xwe.
Li gorî malpera yemenî "Criter Sky", Marib hê jî şahidê pevçûnên dijwar di navbera hêzên Dewleta Rizgariya Niştimanî û hêzên girêdayî hevpeymaniya Siûdî de ye û hêzên yemenî îro Yekşemê devera "El-Ebdiye" li başûrê parêzgeha Marib bi temamî xistine bin kontrola xwe.
Di 20ê vê mehê de, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê karîn ku bajarokê girîng û stratejîk ê El-Cûbeyê li parêzgeha Maribê bêxin bin kontrola xwe.
Piştî ku artêşa Yemenê navenda bajêr û deverên derdorê xist bin kontrola xwe, çeteyên kirêgirtî yên Dewleta Îstîfakiri û Partiya El-Îslah ên hikûmetê reviyan. Bi rizgarkirina el-Cuba rêyeke nû ji bajarê Marib re vebû da ku dorpêça navenda vê parêzgeha neftzêm ji başûr ve temam û tekûz bike.
Şerê rizgarkirina parêzgeha girîng a Maribê li rojhilatê parêzgeha Senayê par dest pê kir û piraniya navçe û bajarên wê ketine bin kontrola hêzên Senayê.
Marib yek ji wan parêzgehên Yemenê ye ku xwedanê çavkaniyên xwezayî yên wekî neft û gazê ye.