Wezîrê Berevaniyê yê Libnanê: Em ê rê nedin ewlehiya Libnanê bikeve ber gefê
Wezîrê Berevaniyê yê Libnanê ragihand: Beşa leşkerî ya Libnanê nema rê dide ku destdirêjî bibin sebeba pêkanîna nearamiyê an gefek li dijî ewlehiya gelemperî çêbibe.
Li gorî rapora ISNAyê, Saziya Serokomartiya Libnanê roja Înê ragihand: Mîşil Ewnê serokomarê Libnanê digel Morîs Selîm, Wezîrê Berevaniyê yê Libnanê di civînekê da rewşa elwehiyê ya Beyrûtê li pey qewimîna bûyerên tund ên roja borî li taxa Teyoneyê û rola artêşê di kontrolkirina rewşê da, pêkanîna dubare ya ewlehiyê û rêgirtin li qewimîna dubare ya van bûyeran vekolandine.
Di vê hevdîtinê da, Wezîrê Berevaniyê yê Libnanê got: Beşa leşkerî ji bo parastina ewlehî, aramî û tendurustiya welatiyan hişyar e û bu tu awayî dê rê nede ku alozî û nearamî çêbibe.
Sibeha roja Pêncşemiyê hejmareke gelê Libnanê ku dijî xebata Tariq Bîtar lêpirsê dosyeya teqîna bendergeha Beyrûtê nerazî bûn, li ber avahiya Dadweriya Beyrûtê xwenîşandan bi rê xist ku nişkêva tûşî gulereşandinê ji aliyê kesên çekdar va bûn.
Ji ber van êrîşan heft kes şehîd û zêdetirî şêst kes jî birîndar bûn.