Cotmeh 13, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Rizgarkirina bajarokê stratejîk ê El-Cube li parêzgeha Maribê ya Yemenê ji bin destê koalîsyona Siûdî

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bajarê girîng û stratejîk ê El-Cube li parêzgeha navendî ya Marib ji bin lepên hevalbendiya siûdî ya dagîrker derxist.

Çapemeniya Yemenê bi weşandina wêne û fîlman ragihand ku hêzên girêdayî Serokê Yemenê yê îstîfakirî Ebd Rebeh el-Mensûr Hadî û Partiya El-Îslah a girêdayî Siûdiyê ji herêmê direvin. 

Bi rizgarkirina El-Cube, rêyek nû ji bajarê Marib re tê vekirin da ku dorpêça navenda parêzgeha Maribê ya neftzêm ji aliyê başûrê ve were kemiolandin.

Parêzgeha Maribê ji ber çavkaniyên dewlemend ên neft û gazê girîngiyeke zav heye. Li gorî pisporan, ger parêzgeh bi tevahî were rizgarkirin, divê dawiya karê koalîsyona êrîşker a Siûdî li Yemenê were ragihandin.

Serepeyv