Cotmeh 10, 2021 22:13 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Edena Yemenê de 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Edenê yê li başûrê Yemenê di encama teqîna tirimbîlekê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Al-Jazeera, otomobîleke bombekirî roja Yekşemê li bajarê Eden ê li başûrê Yemenê teqiya û di encamê de parêzgarê Eden û wezîrê çandiniyê yê serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebd El-Mensûr Hadî ji vê teqînê filitîn, lê hejmarek ji hevrê û derdorên wan hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Erebistana Siûdî bi piştgiriya Amerîka, Îmarat û çend welatên din, ji Adara 2015`an êrişa eskerî ser Yemenê û dorpêça bejahî, deryayî û hewayî destpê kiriye.

Şerê Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heya niha bûye sedema mirina zêde ji 17 hezar yemeniyan, bi dehan hezar kes jî birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Serepeyv