Êrişa droneyên Yemenê li dijî koalîsyona Siûdî li Balafirgeha Ebhayê ya Erebistanê
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku balafirên bê pîlot(drone) yên Yemenê êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhayê li başûrê Erebistana kirin.
Li gorî rapora El-Erebiye, Turki Malikî, berdevkê hevalbendiya destdirêjker a siûdî, roja pêncşemiyê ragihand ku balafirke bêpîlot a bombebarkirî ji hêla hêzên yemenî ve ber bi balafirgeha Ebhayê ve li başûrê Erebistana Siûdî hatiye avêtin. Di vî halî de ew îdia dike, berî ku ev balafira li hedefa xwe bikeve ji aliyê Hevpeymaniyê vê hatiye îmhakirin.
Berdevkê hevalbendiya destdirêjker a siûdî di dewama îdiayên xwe de dibêje: "Ji bo parastina xwe li gorî hiqûqa navneteweyî her kerê ku pêwîst bibe emê bikin."
Ji aliyê din ve di erişa topxanê û roketan a arteşa Erebistana Siûdî ya li ser sinorê parêzgeha Sedey li bakurê Yemenê da 4 sivil hatin kuştin.
Di meha derbasbûyî de, êrişên topxaneyî û mûşekî yên Erebistanê ser navçeyên sînorî yên parêzgeha Seede li bakurê Yemenê zêde bûne û her roj çend kes ji xelkê sivîl têne kuştin û birîndar dibin.
Erebîstana Siûdî îdîa dike ku dixwaze agirbesta li Yemenê damezire, lê hîn êrîşên xwe yên bênavber li dijî Yemenê berdewam dik û dev ji dorpêça xwe ya berfireh li dijî vî welatî bernedaye.