Îlon 27, 2021 09:39 Asia/Tehran
  •  Li Dîfa El-Xerbiyê 5 filistînî ji ailyê artêşa Rejîma Îsraîlê ve şehîd bûn

Li herêma Cenîn a Dîfa El-Xerbeiyê (Qiraxa rojavayê Çemê Urdinê) û herêma Bedo ya bakurê rojavayê Qudsê de, di şerê bi artêşa Rejîma Îsraîlê re 5 filistînî şehîd bûn û 2 leşkerên siyonîst jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Rejîma Îsraîlê li Cenîn û Qudsê, 5 filistînî şehîd kirine. Lê belê hinek jî dibêjin 4 filistînî şehîd ketine.

Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku di şer rejîma Îsraîlê li dijî filistîniyan de hin sivîl birîndar bûne û çend kes hatine binçavkirin.

Çavkaniyên çapemeniyê jî gotin ku 2 leşkerên hêzên taybet ên Rejîma Îsraîlê birîndar bûne û rewşa wan giran e.

Duh serê sibehê artêşa Rejîma Siyonîst bi ser herêma Cenîn û Qudsê de girt û ji bo binçavkirina hejmareke endamên tevgera Hemasê û Cîhad El-Îslamî operasyonek da destpêkrin. Di encama operasyonê de şer û pevçûn derket. Artêşa Siyonîst herêmên ku lê şer û pevçûn rû daye bi temamî dorpêç kirin.

li gorî îdiaya dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Siyonîst jî, şaneya ku hatiye tesfiyekirin plana pêkanîna çalakiyan li dijî rejîma Îsraîlê dikir.

Tevgerên Hemas û Cîhad El-Îslamî bi du daxuyaniyên cuda sersaxî ji malbatên “şehîdên şer” re xwest.

Hemasê di daxuyaniya xwe de got “dê xwîna şehîdan li erdê nemîne” û bangta bilindkirina têkoşînê li dijî rejîma Siyonîst li hemû bereyên şer kir.

Serepeyv