Êrîşên balafirên koalîsyona Siûdî li ser çend deverên Yemenê
Îlon 23, 2021 14:55 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayê ragihandin ku balafirên bombeavêj ên koalîsyona Siûdî çendîn dever li Yemenê bombebaran kirin.
Li gorî Al-Masira; Balafirên koalîsyona Erebîstana Siûdî vê sibehê 9 caran bajarokê El-Ebdiyeh, du caran bajarokê Hurîb û bajarokê Rehbe yê parêzgeha Ma'ribê ya Yemenê bombebaran kirin.
Balafirên koalisyona Siûdî herwiha çar caran jî bajarê Esilan li parêzgeha Şebwe ya navenda Yemenê kirin armanca êrişan.
Li gorî vê raporê, devera El-Mezariqê li bajarokê Xeb û El-Şeefê li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê jî du caran bû hedefa êrişên hevalbendiya siûdî.
Li aliyê din hêzên girêdayî koalîsyona Siûdî duh bi şev bi top û moşekên xwe 197 caran agirbesa "El-Hudeyda" yê li rojavayê Yemenê binpê kir.