Îlon 23, 2021 13:23 Asia/Tehran
  •  FAO: 16 milyon Yemenî di bin xeteriya birçîbûnê de ne

Rêxistina Xwarek û Kiştûkalê (FAO) ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku 16 milyon hemwelatiyên Yemenê di bin metirsiya birçîbûnê de ne.

Serokê FAO David Beasley di civîneke taybet a rewşa Yemenê de ragehand: ‘’Di demek berî naha ya îsal de miqdarek xwarek ji gelê Yemenê re hatiye pêşkeş kirin, lê kêmbûye û welatên Amerîka, Almanya, Îmarat û çend welatên din bi hewara wî xelkî ve çûn.

David Beasley ragehand: ‘’Eger hevkariyên wan welatan neba, wê demê ji ber kêmbûna xwarekê dê karesateke mirovî li Yemenê pêkhatiba.’’

Serokê FAO aşkera kir, eger heta meha Cotmeha 2021ê welatên derve alîkariya xwarekê ji Yemenê re nekin 16 milyon hemwelatiyên Yemenê dê rastî pirsgirêka birçîbûnê bên.

Ji ber şerê Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistanê û piştgiriya Amerîka û Brîtanyayê ji vê Hevpeymaniyê li dijî Yemenê û dorpêçkirina vî welatî, ew welata rastî wêranbûneke mezin hatiye û rûniştiyên Yemenê ku hejmara wan derdora 30 milyon kesan e, ji mafên herî kêm ên jiyanê jî bêbeş mane.

Serepeyv