Îlon 20, 2021 11:33 Asia/Tehran
  • Nûnerê libnanî: Îranê dostê me ye / Em divê sipasdarê aliyekî bin ku ardû gihande Libnanê

Nûnerekî Libnanê ji welatên derdora Kendava Farsê ji ber neşandina ardûyê bo vî welatî rexne kir û got: Dost di dijwariyan da tê naskirin û Îran dostê Libnanê ye.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya El-Neşreyê, Sezar Meilûf, Nûnerê libnanî yê ser bi partiya El-Quwat El-Libnaniyeyê bi hilêxistina hin pirsan, got: Welatên derdora Kendava Farsê li Libnanê li ku ne? Gelo wan nedikarîn ardûyê bişînin Libnanê? Gelo kesekî rê li ber wan girtibû? Gelo di vê rewşê da dê Libnan bihata boykotkirin?

Meilûf ji kiryara exlaqî û însanî ya Îranê ya şandina ardûyê bo Libnanê bi mebesta kêmkirina rencê gelê vî welatî pêşwazî kir û got: Gelê Libnanê di halê ihtizarê (rewşa li ber mirinê) da ye û ardûya Îranê raberî tevahiya gelê Libnanê tê kirin û hemî libnanî divê sipasiya kesekî bikin ku ev ardû gihandiye Libnanê.

 

Ardûya kiryayî ji Îranê ku Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Hizbullahê soza wê dabû, Pêncşemiya hefteya borî gihîşte Libnanê.

 

 

Serepeyv