Îlon 17, 2021 14:07 Asia/Tehran
  • Êrişa yemeniyan ser avahiyên girîng ên Erebistanê

Çavkaniyên Siûdî gotin ku tesîsa başûrê Erebistana Siûdî vê sibê di operasyoneke leşkerî ya berfireh de bû hedef.

Li gorî Al-Mayadin, çavkaniyên Siûdî ragihandin ku êrişek hewayî ya berfireh tesîsên girîng ên Siûdî li kûrahiya hundurê vî welatî kirin armanc.

Van çavkaniyan diyar kirin ku dengê çend teqînên mezin herêma Cîzanê û çend herêmên din li başûrê Erebistanê hejand.

Di vî warî de, Tûggeneral Yahya Sari, berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, duh piştî nîvro ragihand ku artêşa Yemenê dê îro berêvarê (Îniyê) konfranseke rojnamevanî li dar bixe û hûrgiliyên yek ji `` mezintirîn operasyonên leşkerî`` ên hêzên çekdar ên Yemenê bi dîmenên îsbatkirinê ragihîne.

Çavkaniyên Siûdî destnîşan dikin ku ev cara ewil e ku artêşa Yemenê çend saetan beriya operasyonê hûrgiliyên operasyonê eşkere dike.

Di vê navberê de, koalîsyona Siûdî vê sibehê erîşek berfireh li başûrê Erebistana Siûdîpiştrast kir. Lêbelê, di vî halî de îdîa kir ku çar dronên xwekuj û moşekek balîstîkî ya ku li devera Jizan hatî avêtin şopandin û ji nav birin.

Serepeyv