Îlon 16, 2021 15:48 Asia/Tehran
  • Tankerên hilgira ardûya Îranê gihîştin Libnanê

Medyayên libnanî ragihand ku Tankerên hilgira ardûya Îranê gihîştine vî welatî.

Kanala Libnan 24ê îro bi weşandina fîlmekê ragihand ku tankerên hilgira mazûta Îranê derbasî navçeya Hûş Seyid Elî ya bajarê Hermela Libnanê bûne.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê çarşemiyê bi şev di peyamekê da nivîsî: Ez ji amadekariya gel û medyayan li navçeya Beielbeka Hermelê bi mebesta pêşwazî ji hatina karwanê tankerên hilgira ardûyê haydar bûm. Lê ez ji gel û berpirsên Hizbullahê dixwazim ku dema derbasbûna vî karwanî bi mebesta parastina tendurustiya giştan û rihetiya wan û jibo hêsankirina pêvajoya veguhestinê bi baştirîn awayî, tu cûre kombûneke gelanî pêk neyînin.

Seyid Hesen Nesrullah di axaftina Duşemiyê bi şev jî ragihand, yekem keştiya hilgira berhemên petrolê, êvara Yekşemiya vê hefteyê derbasî bendergeha Baniyasa Sûriyê bûye û pêvajoya veguhestina ardûyê bo Libnanê dê roja Pêncşemiyê dest pê bibe.

 

 

 

Serepeyv