Îlon 14, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Balefira Rejîma Îsraîlê ku ji erdên dagirkirî rabû li Yewnanîstanê ket û 2 kesên tê de mirin

Balefira perwerdê ya Rejîma Siyonîst ku ji erdên dagirkirî bi rê ket li Yewnanîstanê kee xwarê û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Yewnanîstanê balefira bi cureya Cessna 172 ya perwerdeyê ji ber kete xwarê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Atina-Mekadonya (AMNA) balefira ku ji Erdên dagirkirî (Îsraîl) rabû ya cureya Cessna 172 ya taybet, dema hat ser girava Sîsamê nêzîkî Potokaki Pithagoriou kete behrê.

Piştî xebatên tîmên rizgarkirina ewlehiya peravê termê 2 kesan ji behrê hat derxistin ku ji ber wê bûyerê canê xwe ji dest dabûn.

Herwaha li herêmê jî parçeyên wê balefirê hatin dîtin.

Serepeyv