Îlon 13, 2021 22:52 Asia/Tehran
  •  Artêşa Rejîma Siyonîst dîsa Xeza bombebaran kir

Eva 3 roj in artêşa Rejîma Îsraîlê gelek nuqteyên ku xelkkê sivîl lê ne û zeviyên li herêmên cuda yên Xezayê dike hedef.

Li gorî nûçegihanê herêmî yên li Xezayê balafirên şer ên Rejîma Siyonîst navend û zeviyên li başûr, naverast û bakurê Xezayê kirin hedef. Di encamê de gelek zirar li derdora herêmên hedefgirtî çêbûn, lê tu kes birîndar nebûye.

Rejîma Siyonîst dibêje di van êrişan de navend û xalên Hemasê kirine hedef, lê divê were gotin li van deverên ku tên bombebarankirin xelkê sivî ne kêm in.

Li gel êrişên balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê, komên Filistînê moşekek avêt Kombûna Aşkul a li nêzî Xezayê. Li aliyekî din artêşa rejîmê îdia dike ku ew moşek bê bandor kiriye.

Ev 3 roj in ku ji Xezayê êriş di navbera du aliyan berdewam dike, ji aliyekê balafirên artêşa Rejîma Siyonîst deverên filistînî bombebaran dikin û ji aliyê din ve berxwedana filistînî di bersiva van êrişan de avêtina roket û moşekan ser deverên siyonîstî didomîne..

Rojnama El-Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji komên Filistînê, got: “Navbeynkarê misirî gefên Îsraîlê ku heke avêtina moşekan berdewam bike dê bersiv ji vê dijwartir bibe û dibe ku bigihêje asta pêkanîna operasyonekê li dijî Xezayê, gihand komên Filistînê.”

Serepeyv