Îlon 13, 2021 10:36 Asia/Tehran
  • Amerîkayê sîstema berevaniya Patriot ji Erebistana Sûidiyê derxist

Ji ber berdewamiya êrîşên mûşekî yên Ensarullah û têkçûnên Hevpeymaniya Siûdî li hemberî berxwedana Yemenê, Amerîka hebûna sîstema berevaniya esmanî Patriot li Erebistanê bê feyde dît û ew ji vî welatê derxist.

Ajansa “Associated Press” belav kir, Amerîka di hefteyên borî de sîstema mûşekî “Patriot” ji Erebistana Siûdî vekişand, eva di reşekê de ye ku êrîşên hêzên berxwedana Yemenê li hemberî hêzên Hevpeymaniya Siûdî berdewam dikin.

Ev derxistina sîstema berevaniya Patriot ji Erebistana Siûdî bûye sedema dilgiraniya rayedarên vî welatî û yên welatên dorhêla Kendava Farsê ji siyaseta Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi taybet piştî awayê vekişîna Amerîka ji Efxanistanê.

Vekişandina sîstema Patriot ji binkeya Mîr Sultan a 115 k.m li başûrê rojhilatê Riyaz dikeve. Piştî êrîşa Berxwedana Yemenê bi mûşek û droneyan li ser kompanyaya Aramco ya Siûdiyê di 2019an de, bi hezaran leşkerên Amerîkî li binkeya Mîr Sultan bi cih bûbûn.

Rojnameya Amerîkî “Wall Street Journal” di meha Hezîrana borî de, eşkere kiribû, rêveberiya Joe Biden biryar daye ku hejmareke mezin ji sîstema dijî-mûşekan a Amerîkî (Patriot) li Rojhilata Navîn kêm bike.

Wê rojnamê diyar kir, rêveberiya Amerîkî biryar da 8 bataryayên Patriot ji Iraq, Kuwêt, Urdun û Erebistana Siûdî vekişîne. Vê Rojnamê ev biryar jî vegeran wê yekê ku Waşîngton dixwaze “Ji nû ve hebûna xwe ya leşkerî birêkxistin bike, ji bo girîngiya zêde bikşîne ser Çîn û Rûsyayê”

Serepeyv