Dewama êrîşên asimanî yên Hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê
Îlon 11, 2021 09:43 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî qala dewama êrîşên asimanî yên Hevpeymaniya Siûdî li ser hin navçeyên bakur û navenda Yemenê kir.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Mesîreyê, Balefirên bomberêj ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di saetên borî da 7 caran şaristanên Rehbe û Cebel Muradê û 4 caran şaristana Serwahê li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê dan ber bombeyan.
Her wiha balefirên siûdî 2 caran şaristana Zahirê li parêzgeha Seideya bakurê Yemenê dan ber êrîşê.
Topxaneya artêşa Erebistanê jî hin navçeyên şaristana sînorî ya Şedayê li parêzgeha Seideyê dane ber topan.