Îlon 10, 2021 23:07 Asia/Tehran
  •  Li şerîda Xezayê û Dîfa Xerbiyê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî meşên girseyî li dar ketin

Îro li Dîfa Xerbiyê (Qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê) û Şerîda Xezayê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî yên li girtîgehên Rejîma Îsraîlê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Nûçegihanê Herêmî ji Xezayê ragihand ku li şerîda Xezayê û li bajarên din ên Dîfa Xerbiyê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên fîlistînî, meş û xwenîşandan hatin lidarxistin.

Meş û xwenîşandanên hanê li ser bangawaziya komên Fîlistînê hatin destpêkirin, ku îro wekî “roja hêrsa gel” bi nav kirin. Hemwextî wê yekê li Dîfa Xerbiyê bi artêşa Rejîma Siyonîst re li nuqteyên rasthatinê û bendên kontrolê şer û pevçûn derketin.

Ev meş û xwenîşandan, piştî dortengkirina li dîlgirtiyên fîlistînî yên li girtîgehên Rejîma Îsraîlê tên lidarxistin, nexasim piştî ku 6 girtiyên fîlistînî ji girtîgeha Celbûi reviyan. Li gorî raporên ji Fîlistînê, hêzên Rejîma Îsraîlê bi dortengkirina li girtiyan dixwazin girtî li xwe mikur werin an hewldanên wan ên revê asteng bikin.

Serepeyv