Îlon 10, 2021 17:58 Asia/Tehran
  • Piştî salekê li Libnanê hikûmet hate avakirin

Libnan piştî teqîna 3’yê Tebaxa 2020’ê ya li Bendera Beyrûtê û şûnde, Serokwezîr Hesen Dîab îstifa kiribû. Ji wê rojê vir ve Libnan bê hikûmet bû.

Necîb Mîqatî yê ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, piştî nîvroyê bi Serokomar Mîchel Aûn re civiya. Herdu rêveber, li gel serokê parlementê Nabîh Berrî ku amade bûn, biryarnama avakirina hikûmeta nû îmze kirin.

Necîb Mîqatî berî niha sala 2005’an li gel 2011-2013’an du carî serokatiya kabîneya hikûmetê kiribû.

Di hikûmeta nû de tê diyarkirin ku navên cîhana siyaseta derve jî hene. Hê jî nasnama hinekan baş e. Lê rewşa Midûrê Nexweşxana Dewletê Refîq Harrî Fîras Abîad ne pir baş e.

Serkreterê Giştî yê Desteya Wezîran Mahmûd Makiyeye, wê roja Yekşemê bi hikûmeta ji 24 wezîran pêk tê re bicive.

Li Beyrûtê piştî teqîna 4’ê Tebaxa 2020’ê ku bû sedema mirina 200 kesî û şûnde, pişî çend rojan bi şûnde Hesen Daîba ji serokwezîrîtiyê neçar mabû ku îstifa bike.

Ji havîna sala 2019’an û vir ve li welat her ku diçe krîzeke aborî ya heyî kûrtir dibû.

Serepeyv