Îlon 08, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst çend nuqteyên bajarê Xan Yûnisê li şirîda Xezayê bombebaran kirin

Duh bi şev balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê çend dever di nav bajarê Xan Yûnisê de li şirîda Xezayê bombebaran kirin û îdia dike ku nuqteyên çêkirina moşekan ên tevgera Hemasê hedef girtine.

Artêşa Rejîma Siyonîst çend deverên sivîl li bajarê Xan Yûnisê bombebarankirin. lê belê Artêşa vê Rejîmê bi daxuyaniyekê îdia kir ku balafirên wê yên şer, nuqteyeke çêkirina moşekan a tevgera Hemasê û nuqteyeke leşkerî li Xan Yûnisê ya li Şirîda Xezayê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê îdia bûye ku ev êriş wek bersiva avêtina balonên agir ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve ye.

Heya niha xisarên vê desdirêjiyê û hejmara goriyên ji ber van bombebaranan nehatiye diyarkirin.

Serepeyv