Rejîma Îsraîlê 41 filistînî birîndar kirin
Di xwepêşandanên ku duh li ser sînorê Xezayê li dar ketine de, 41 filistînî bi gulleyên artêşa Rejîma Siyonîst birîndar bûn û rewşa du kesan giran e.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li rojhilatê bajarê Xezayê 41 filistînî bi gulleyên artêşa siyonîst birîndar bûn, di nav wan de deh zarok hene. Rewşa du kesan ji wan giran e, yek ji wan zarokekî 13 salî ye ku ji serê xwe ve birîndar bûye.
Artêşa Rejîma Îsraîlê gulle û bombeyên gazê li sedan ciwanên ku tev li xwepêşandana li ser sînorê Xezayê bûbûn, reşandin.
Li ser bangên komên Filistînî bi minasibeta salvegera 52’yan a şewitandina Mescid El-Eqsayê û ambargoya ku Rejîma Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye xwepêşandan li dar ket.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Sûheyl Hindî di daxuyaniyên xwe de got: "Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe bidin da ku ambargoya li ser gelê Filistînê yê li Xezayê rakin û ji salvegera şewitandina Mescid El-Eqsayê em ê hêzê bigirin û serkeftinê pêk bînin û di demeke nêz de welat rizgar bikin. Di heman demê de ger şer li ser me bê ferzkirin em dikarin serkeftinê qezenc bikin û dijminê siyonîst têk bibin."
Wezîrê Parastinê yê Rejîma Îsraîlê Benny Gantz soza dabû ku ew ê bersiva xwepêşandanên li ser sînor bide.