Li Libnanê tanker teqiya: 25 kesan jiyana xwe ji dest da
Tebax 16, 2021 11:00 Asia/Tehran
Duh li bajarê Ekar ê li bakurê Libnanê tankereke benzînê teqiya. Di encamê de 25 lubnaniyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Şêniyên bajarokê El-Telîl û bajarokên din li Ekar sehrîca (tanker) benzînê desteser kir û li wir kom bûn da ku wê vala bikin. Dema şêniyan sehrîc vala dikir, agir bi sehrîcê ket û teqîneke mezin çêbû. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ji sivîl û leşkeran çêbûn.
Ambulansan yekser sivîlên birîndar û hin cenaze rakirin nexweşxanên li Ekar, Miniye û Terablûsê.
Serokwezîrê Libnanê yê berê Seid Herîrî diyar ku “komkujiya li Ekarê ji komkujiya benderê ne cuda ye”