Tebax 16, 2021 09:39 Asia/Tehran
  •  Li nêzî mala Mîqatî di navbera xwepêşandêr û hêzên Lubnanê de pevçûn çêbû

Li nêzî mala serokê hikumeta Lubnanê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî ya li naverasta Beyrûtê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de pevçûn çêbû.

Li pêş mala serokê hikumetê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî de li naverast Beyrûtê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariya Lubnanê de pevçûn çêbû. Xwepêşandêran zirar gihand avahiya ku tê de Mîqatî dimîne û li ser dîwaran "Parlementerên Ekar şewitand" nivîsnadin.

Girêdayî wê, hêzên têkoşîna li dijî tevliheviyê xwepêşandan ji hev kir, ji avahiyê bi dûr xistin, her wiha artêşa Lubnanê jî gihaşt cihê xwepêşandanê.

Xwepêşandêran diruşmên bi bangên"îstîfakirina yekser a berpirsan û muhasebekirina kesên berpirsên krîzên li Lubnanê pêk anîne" bilind kirin.

Têkildarî wê Mîqatî bi daxuyaniyekê wiha got: "Ji roja yekemîn a xwepêşandanên 17’ê Cotmeha 2019’an ve min ragihand ku divê em guhdarî dengê welatiyan bikin, hilbijartinên parlamentê yên pêşwext çêkin. Ji ber ku dizanim dê hilbijartinên pêşwext mafên welatiyan di vebijartin û muhasebekirinê de pêk bîne min erka avakirina hikumetê qebûl kir. Lê tevî mafên welatiyan di xwepêşandanê de heye, lê tişta li pêş avahiyê bûye, ne xwepêşandan e, lê belê xirab kirine."

Têkildarî doza teqîna depoya sotemeniyê ya li Ekarê dewriyeke gerînendetiya îstîxbaratê ya li Terablusê kesê bi navê C.A ku xwediyê zeviyê ku teqîn lê çêbûye, girt.

Serepeyv