Tîrmeh 17, 2021 13:19 Asia/Tehran
  • Dîsa li Libnanê xwepêşandan li dar ketin, di encama pevçûnan de 25 kes birîndar bûn

Piştî Seed Herîrî nikaribû hukumeta Lubnanê ava bike û mijar hat ragihandin, xwepêşandan destpêkirin û li bajarê Trablusê şer derket û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Piştî daxuyaniya Seed Herîrî, Lubnaniyan neseqamgiriya siyasî û şertên jiyanê  protesto kirin û derketin kolanan. Li bajarê Trablusê li devera Jebal Muhsin xelkê rê girtin. Bo vekirina riyan hêzên ewlehiyê mudaxeleyê xwepêşandanê kirin ku di encamê de di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de şer û pevçûn derket.

Hêzên ewlehiyê bombeyên gazê bikaranîn û xwepêşandêr bi dar û keviran li wan xistin. 25 kesên birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê de bi ambûlansan birin nexweşxanê.

Serepeyv