Tîrmeh 07, 2021 11:46 Asia/Tehran
  • Holandayê komkujiya li dijî Kurdên Êzdî wek 'Jenosîd' nas kir

Parlementa Holandayê komkujiya ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî pêk anîbû wek 'Jenosîd' nas kir.

Di rûniştina parlementa Holandayê ya îro de pêşnûmaya ku ji bo tawanên(cinayetên) DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzdî pêk aniye wekî 'Jenosîd' bê naskirin hat nîqaşkirin.

Pêşnûmaya ku ji aliyê parlamentera Krîstiyan Ana Kauk ve pêşkêşî serokatiya parlamentê hat kirin bi piraniya dengan hate qebûl kirin û komkujiya Êzdiyan wek 'Jenosîd' hat naskirin.

Berê jî li Parlamenta Ewropa û Civata Nûneran a Amerîkayê biryarên bi vî rengî hatibûn qebûlkirin.

Li welatên din ên Ewropayê jî ji bo Komkujiya Êzdiyan wekî jenosîd were qebûl kirin hewldanên bi vî rengî hene.

3ê Tebaxa 2014an de, endamên DAIŞê êrişî navçeya Şengalê ku Kurdên Êzdî lê dijîn kirin. DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî kuştin û 6 hezar û 410 kes ku bi piraniya wan jin û zarok bûn revandin.

Bi sed hezaran Êzdiyên ku ji êrîşê reviyan xwe spartin çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û deverên kurdên Sûriyê.

Tevî ku 7 sal bi ser komkujiyê re derbas dibe, lê dîsa jî bi hezaran Êzdî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.

Kuştina girseyî ya Kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê ve li ber çavên hemû cîhanê, êşkenceya sîstematîkî û destdirêjiya cinsî li ser kesên ku ew revandin û wan wekî "xenîmetên şer" binav kirin wekî tawanek mirovahî ya mezin hate tomar kirin.

Serepeyv