Tîrmeh 03, 2021 14:49 Asia/Tehran
  • Li eyaleta Seede ya Yemenê di êrîşa topan a koalîsyona Siûdî de 92 kuştî û birîndar

Kanala El-Mesîra ya Yemenê şeva Înê ragihand ku 92 welatiyên Yemenî di encama topbarana koalîsyona êrişker a siûdî li ser parêzgeha Seede ya bakurê Yemenê de hatin kuştin û birîndar kirin.

Al-Masira ragihand ku êvara Înê di topbarana koalîsyona êrişker a Siûdî li ser devera El-Reqû li bajarê Manbeh li parêzgeha Seede bi kêmî ve 12 kes hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûn.

Koalîsyona Siûdî roja Pêncşemê jî bi roket û topan herêma El-Reqû kir armanc û du Yemenî kuştin û şeş kes jî birîndar kirin.

Di van rojên dawî de, hevpeymaniya êrişker a Siûdî çend caran deverên niştecihbûnê li parêzgehên cûrbicûr ên Yemenê kiriye armanc.

Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Amerîkayê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) û çend welatên din, ji Adara 2015an û vir ve bi dorpêça bejahî, deryayî û hewayî ya li dijî Yemenê dest bi êrişa leşkerî ser vî welatî kir. Li Yemenê derketina şer ji aliye Erebistana Siûdî û hevalbendên wê ve heya niha zêdetirî 17,000 Yemenî hatine kuştin, bi deh hezaran kes birîndar kirin û bi mîlyonan Yemenî koçber bûn.

Serepeyv