Li Trablusa Lubnanê nakokî û rageşî di navbera artêşa Lubnanê û xwepêşanderan çêbû
Tîrmeh 01, 2021 09:40 Asia/Tehran
Li Trablusê yê bakurê Lubnanê dengê teqînan û gullan ji herêma Nehir Ebû Elî hat bihîstin.
Ji ber aloziya aborî û jiyanî li Lubnanê, li bajarê Trablusê yê bakurê Lubnanê dengê gullan ji herêma El-Dam û Ferez hat bihîstin.
Xwepêşendêran ji xwediyên dikanan xwestin ku dikanên xwe bigirin, ji ber wê pirsgirêkek di navbera wan de derket û bi hev ketin.
Ji ber vê yekê endamên artêşa Libnanê mudaxele kir û alozî li herêmî derket û her wiha artêş xwepêşendêr neçar kir ku vekişin.