Hezîran 29, 2021 20:57 Asia/Tehran
  • Rejîma Îsraîlê balyozxana xwe li Îmaratê vekir

Wezîrê Derve yê Rejîma Siyonîst Yair Lapid îro bo yekemîn car serdana Îmaratê kir û di merasimekê de Balyozxa vê rejîmê li Ebû Zebî vekir.

Wezîrê Derve yê Rejîma Siyonîst li balafirgeha Ebû Zebî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Îmaratê Ehmed El-Sayeq ve hat pêşwazîkirin.

Piştre Yair Lapid bi amadebûna Wezîra Rewşenbîrî û Ciwanan a Îmaratê Nûre El-Keibî di merasimekê de bi fermî Balyozxan Rejîma Îsraîlê ya li Îmaratê vekir.

Wezîrê Derve yê Rejîma Siyonîst keyfxweşiya xwe bo serdana ya Îmaratê nîşan da û ragihand: “Ez pê şanazim ku di yekemîn serdana fermî ya bo Îmaratê de nûneratiya Îsraîlê dikim.”

Yair Lapid got: “Ev demeke dîrokî ye, em îro li vir radiwestin ji ber ku me aştî û hevkarî li şûna şer û dijminatiyê hilbijart.”

Lapid bang li welatên navçeyê jî kir, ku Rejîma Îsraîlê û mafê wê yê hebûna li Rojhilata Navîn bi fermî nas bikin û ragihand: “Îsraîl bi hemû cîranên xwe re aşitîyê dixwaze. Em naçin cîhekî. Rojhilata Navîn mala me ye, em li vir in ku bimînin. Em bang li hemî welatên herêmê dikin ku wê yekê nas bikin û werin bi me re biaxivin.”

Eva di rewşekê de ye ku gişt grûp û gelê Filistînê asayîbûna têkiliyên Rejîma Siyonîs ya dagirkerê erdên erebî û îslamî wekî binpêkirina doza Filstînê û xiyaneta li vî gelî û gişt ereban didin zanîn.

Serepeyv