Wezîrê karên derve yê Misirê: Gotûbêjên me bi Tirkiyê re hatine rawestandin
Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand ku gotûbêjên Misir û Tirkiyê hatine rawestandin. Lê dewleta Tirkiyê serî li Kuweytê da ku nakokiyên di navbera wê û Misirê de çareser bike û danûstandinan ji nû ve dest pê bike.
Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî eşkere kir ku danûstandinên Misir û Tirkiyê niha hatine rawestandin.
Şukrî her wiha eşkere kir ku heya niha ji bo ji nû ve destpêkirina civînên lêgerînê di navbera her du aliyan de, rojek nehatiye diyarkirkirin.
Şukrî di hevpeyvînekê de bal kişand ser nerazîbûna Misirê ji hin siyasetên Tirkiyê di gelek dosyayan de, wekî dosyaya Lîbyayê, her wiha piştrast kir ku hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê û çetttttef li Lîbyayê ne qanûnî ye.
Piştî ku diyalogên dewleta Tirkiyê yên bi Misirê re têk çûn, serî li Kuweytê da ku zexta li ser xwe sivik bike û hewl bide lihevkirineke mîna ya Misir-Qeterê pêk bîne.